Vegera ber Gorîgehê
Dewlemendî dike ku şivanên Avram û Lût pev biçin, loma Avram dihêle ku biraziyê wî pêşî hilbijêre. Lût Deşta Çemê Urdinê ya bi av hildibijêre û ber bi Sodomê ve diçe. Bi yê mayî re, Bavê me ji Avram re dibêje ku li her aliyê binêre: hemû ji dûndana wî re ye.
Bavê me di ayetan de dipeyive 14–17
13 1Avram bi jina xwe û bi hemû tiştên xwe ve ji Misrê derket û hilkişiya Negevê. Lût jî bi wî re bû. 2Avram bi heywanan, bi zîv û bi zêr gelekî dewlemend bûbû. 3Ew beş bi beş ji Negevê çû Bêt-Êlê. Ew çû cihê di navbera Bêt-Êl û Ayê de, ku berê konê wî lê bû. 4Ew cih ew der bû ku wî cara pêşîn gorîgehek lê çêkiribû. Avram li wir bi navê Bavê me gazî kir. 5Lûtê ku bi Avram re rêwîtî dikir, pez, dewar û konên wî jî hebûn. 6Welat têra jiyana wan ya bi hev re nedikir; malê wan ewqas zêde bû ku nedikarîn li cihekî bimînin. 7Di navbera şivanên Avram û şivanên Lût de devjenî derket. Wê demê Kenanî û Perîzzî li welêt rûdiniştin. 8Avram ji Lût re got: “Were em pev neçin, ne ez û tu, ne jî şivanên te û yên min, çimkî em bira ne. 9Ma ne tevahiya welêt li ber te ye? Ji kerema xwe ji min veqete. Heke tu berê xwe bidî çepê, ezê berê xwe bidim rastê; heke tu berê xwe bidî rastê, ezê berê xwe bidim çepê.”
10Lût çavên xwe hildan û dît ku tevahiya Deşta Çemê Urdinê heta Soarê li her derê bi av e. Ew wekî bexçeyê Bavê me, wekî welatê Misrê bû. (Ev berî wê yekê bû ku Bavê me Sodom û Gomora tune kirin.) 11Lût tevahiya Deşta Çemê Urdinê ji xwe re hilbijart û ber bi rojhilat ve koç kir. Bi vî awayî herdu ji hev veqetiyan. 12Avram li welatê Kenanê rûnişt. Lût li nav bajarên deştê rûnişt û heta Sodomê kon vedan. 13Xelkê Sodomê xerab bûn û li ber Bavê me gelekî guneh dikirin.
14Piştî ku Lût ji Avram veqetiya, Bavê me ji wî re got: “Çavên xwe hilde û ji wê derê ku tu lê radiwestî, li bakur, li başûr, li rojhilat û li rojava binêre. 15Çimkî ezê hemû welatê ku tu dibînî her û her bidim te û zarokên te. 16Ezê zarokên te wekî axa erdê zêde bikim. Heke kesek bikare axa erdê bijmêre, wê bikare zarokên te jî bijmêre. 17Rabe, li dirêjahî û firehiya welêt bigere, çimkî ez wî didim te.”
18Avram konên xwe vedan, çû li ba darmaziyên Mamreyê yên li Hevronê bi cih bû û li wir ji Bavê me re gorîgehek çêkir.