Peywirdarkirina Mûsa û Harûn
Mûsa li ber Firewn wekî Xwedê tê kirin, bi Harûn wekî pêxemberê wî. Bi gotina Bavê me gopalê Harûn dibe mar û gopalên sêrbazan daqurtîne. Paşê Nîl, jiyana Misrê, dibe xwîn; masî dimirin û çem bîhn dike. Sêrbaz bi sêra xwe heman tiştî dikin, û Firewn nalive.
Bavê me di ayetan de dipeyive 1–5, 9, 14–19
7 1Bavê me ji Mûsa re wiha got: “Binêre, min tu li ber Firewn wekî Xwedê danî û Harûnê birayê te jî wê pêxemberê te be. 2Tê her tiştê ku ez li te emir dikim bibêjî. Birayê te Harûn wê ji Firewn re bibêje ku gelê Îsraêl ji welatê xwe berde. 3Lê ezê dilê Firewn hişk bikim û nîşan û kerametên xwe li welatê Misrê zêde bikim. 4Firewn wê guh nede we. Loma ezê destê xwe li dijî Misrê rakim û bi hikmên mezin artêşên xwe, gelê xwe, zarokên Îsraêl, ji welatê Misrê derînim. 5Gava ez destê xwe li dijî Misrê dirêj bikim û gelê Îsraêl ji nav wan derînim, wê Misrî bizanibin ku ez Bav im.”
6Mûsa û Harûn wisa kirin. Çawa ku Bavê me li wan emir kiribû, wan tam wisa kir. 7Gava wan bi Firewn re peyivî, Mûsa heştê salî û Harûn heştê û sê salî bû.
8Piştre Bavê me ji Mûsa û Harûn re got:
9gava Firewn ji we re bibêje: “Bi kerametekê xwe bidin naskirin,” ji Harûn re bêje: “Gopalê xwe bigire, li ber Firewn bavêje erdê û wê bibe mar.”
10Mûsa û Harûn çûn ba Firewn û çawa ku Bavê me emir kiribû, wisa kirin. Harûn gopalê xwe li ber Firewn û xulamên wî avêt û ew bû mar. 11Li ser vê yekê Firewn jî gazî şehreza û sêrbazan kir û sêrbazên Misrê jî bi sêra xwe wisa kirin. 12Her yekî ji wan gopalê xwe avêt erdê û gopal bûn mar. Lê gopalên wan ji aliyê gopalê Harûn ve hatin daqurtandin. 13Dilê Firewn hişk bû. Çawa ku Bavê me gotibû, wî guh neda wan.
Nîl Dibe Xwîn
14Piştre Bavê me ji Mûsa re wiha got: “Dilê Firewn nayê nermkirin. Naxwaze bihêle ku gel here. 15Sibê, gava ew derdikeve ser avê, here ba Firewn. Li keviya Nîlê bisekine ku wî bibînî û gopalê ku bû mar bigire destê xwe. 16Jê re bêje: Bavê me yê Îbraniyan ez şandim ba te û got: ‘Gelê min berde ku li beriyê ji min re xizmetê bike.’ Lê heta niha te guh nedaye. 17Bavê me wiha dibêje: ‘Bi vê yekê tê bizanibî ku ez Bav im: Va ye, ezê bi gopalê ku di destê min de ye li ava Nîlê xim û wê bibe xwîn. 18Wê masiyên di Nîlê de bimirin, wê Nîl genî bibe û wê Misrî nikaribin ji ava Nîlê vexwin.’’” 19Bavê me ji Mûsa re wiha got: “Ji Harûn re bibêje: Gopalê xwe hilde û destê xwe dirêjî ser avên Misrê bike, ser çem, co, gol û hemû avên wan ên kombûyî, û wê bibin xwîn. Wê li seranserê Misrê, heta di firaxên dar û keviran de jî, xwîn hebe.”
20Mûsa û Harûn çawa ku Bavê me emir kiribû, wisa kirin: Li ber Firewn û xulamên wî, Harûn gopal rakir û li ava Nîlê xist û hemû ava wê bû xwîn. 21Masiyên di Nîlê de mirin, Nîl genî bû û Misriyan nikaribû ji ava Nîlê vexwin. Li seranserê welatê Misrê xwîn hebû. 22Lê sêrbazên Misrê jî bi sêra xwe wisa kirin. Loma dilê Firewn hişk ma. Çawa ku Bavê me gotibû, wî guh neda wan. 23Firewn zivirî û çû mala xwe û wî ev yek jî negirt dilê xwe. 24Hemû Misriyan li kêleka Nîlê ji bo ava vexwarinê çal kolan, çimkî wan nikaribû ji ava Nîlê vexwin. 25Piştî ku Bavê me li Nîlê xist, heft rojên tam derbas bûn.