Çapkirî

Zebûr 1 FHB Father's Heart Bible™

Li siparîşa te ya pêşî %15 daxistin →
Pirtûk

Du Rê, Du Dawî

Pirtûka dua û stranan a gelê Bavê me—sed û pêncî Zebûrên pesin, şîn, spasdarî û ewlebûnê, ku her demsala dilê mirov digirin, bi dilsozî li ber Bavê me tên pêşkêşkirin.

Beş 1.

Xwezî bi wî mirovê ku di şîreta xeraban de nameşe, di nav gunehkaran de nasekine, li ser cihê tinazkaran jî rûnane, Lê dilşahiya wî Şerîeta Bavê me ye û ew bi şev û roj li ser Şerîeta wî kûr û dûr difikire. Ew wekî darekê ye ku li ber newalên avê hatiye çikandin, ku di dema xwe de fêkiyê xwe dide û pelê wê ziwa nabe; her tiştê ku ew dike jî bi ser dikeve.

Xerab ne wisa ne! Ew wekî kayê ne ku ba wê dibe. Loma xerab wê di dîwanê de ranebin, gunehkar jî di civata rastan de. Çimkî Bavê me çavdêriya rêya rastan dike, lê rêya xeraban wê tune bibe.