Ey canê min, pesnê Bavê me bide
Ya Dawid.
Fihrista qenciyên Bavê me yên ku nayên ji bîr kirin — guneh bexişandî, nexweşî sax kirî, jiyan ji gorê rizgar kirî. Li navenda wê berhevdanek heye: çawa dilê bavekî bi zarokên xwe dişewite, wisa dilê wî bi me dişewite. Bîra wî tê ku em ax in.
103 1Ey canê min, pesnê Bavê me bide; û ey hemû hebûna min, pesnê navê wî yê pîroz bide!
2Ey canê min, pesnê Bavê me bide, û yek ji qenciyên wî jî ji bîr neke, 3yê ku li hemû gunehên te dibihure, yê ku hemû nexweşiyên te sax dike, 4yê ku jiyana te ji gorê rizgar dike, yê ku bi dilovanî û dilrehmiyê tac li serê te dike, 5yê ku te bi tiştên qenc têr dike heta ku tu bijî, da ku xortaniya te wek ya eylo nû bibe.
6Bavê me rastiyê dike û ji hemû bindestan re dadperweriyê pêk tîne.
7Wî riyên xwe ji Mûsa re eşkere kirin, kirinên xwe jî ji gelê Îsraêl re. 8Bavê me dilrehm û keremdar e, zû hêrs nabe û dilovaniya wî zêde ye. 9Ew her dem sûcdar nake, û hêrsa xwe jî her û her nagire. 10Ew li gorî gunehên me li hember me tevnagere, û li gorî sûcên me heqê me nade. 11Çimkî çawa ku ezman ji erdê bilind in, dilovaniya wî li hember yên ku ji wî ditirsin ewqas mezin e; 12çawa ku rojhilat ji rojava dûr e, Bavê me gunehên me ewqas ji me dûr xistine.
13Çawa ku dilê bavekî bi zarokên wî dişewite, wisa dilê Bavê me bi yên ku ji wî ditirsin dişewite. 14Çimkî ew dizane em çawa hatine çêkirin; bîra wî tê ku em ax in. 15Rojên mirovan wek giya ne; ew wek kulîlkeke kovî ya li zeviyê geş dibin; 16çimkî ba li ser wê derbas dibe û ew namîne, û cihê wê êdî wê nayîne bîra xwe. 17Lê dilovaniya Bavê me ji herheyiyê heta hetayê li ser yên ku ji wî ditirsin dimîne, û rastiya wî jî heta zarokên zarokan, 18ji bo yên ku peymana wî diparêzin û bi bîr tînin ku emrên wî bînin cih.
19Bavê me textê xwe li ezmanan saz kiriye, û padîşahiya wî li ser her tiştî hukm dike.
20Ey milyaketên wî, pesnê Bavê me bidin, ey yên hêzdar ên ku gotina wî pêk tînin, yên ku guh didin her gotina wî! 21Ey hemû artêşên wî, pesnê Bavê me bidin, ey xizmetkarên wî yên ku daxwaza wî pêk tînin! 22Ey hemû karên wî, li hemû deverên padîşahiya wî pesnê Bavê me bidin. Ey canê min, pesnê Bavê me bide!