Hemû Milet, Werin
Zebûra herî kurt: du rêz ne ji Îsraêl re lê ji hemû miletên li ser rûyê erdê re. Sedema ku tê dayîn biçûk û temam e — dilovaniya peymanê ya Bavê me li hember me mezin e, û dilsoziya wî bê dawî ye.
Beş 117.
117 1Ey hemû milet, pesnê Bavê me bidin! Ey hemû gel, wî bilind bikin! a a v1 Pawlos vê ayetê tîne ziman da ku nîşan bide ku Bav her tim dixwest milet jî (ne tenê Îsraêl) riya vegera ba wî bibînin (Romayî 15:11). 2Çimkî dilovaniya wî ya peymanê ya li ser me mezin e, û dilsoziya Bavê me her û her dimîne. Pesnê wî bidin!