Yîtro tê Çiyayê Bavê me
Yîtro jina Mûsa û kurên wî vedigerîne, her tiştê ku Bavê me kir dibihîze, û diperize. Paşê temaşe dike ku Mûsa ji sibê heta êvarê bi tenê dadbariyê dike û bi eşkereyî dibêje: ev ne baş e, tuyê biwestî. Mirovên bikêrhatî û dilsoz li ser hezaran, sedan, pênciyan û dehan tên tayînkirin.
18 1Yîtroyê Kahinê Mîdyanê, xezûrê Mûsa, bihîst ku Bavê me çi ji bo Mûsa û gelê xwe Îsraêl kiriye û çawa wî Îsraêl ji Misrê derxistiye. 2Yîtroyê xezûrê Mûsa, Sîpporaya jina Mûsa li ba xwe girtibû, piştî ku Mûsa ew şandibû malê, 3bi herdu kurên wê re. Navê yekî Gêrşom bû, çimkî Mûsa gotibû: “Ez li welatekî xerîb bûm xerîbek”, 4navê yê din jî Êliyezer bû, çimkî wî gotibû: “Xwedayê bavê min alîkariya min kir û ez ji şûrê Firewn rizgar kirim.” a a v4 Êliyezer tê wateya “Xwedayê min alîkarê min e”. Ev navê ku Mûsa ji bo spasiya rizgariya ji destê Firewn li kurê xwe kir e. 5Yîtroyê xezûrê Mûsa bi kurên Mûsa û jina wî re hat ba wî, li wargeha wî ya li beriyê, li Çiyayê Bavê me. 6Wî ji Mûsa re got: “Ez, Yîtroyê xezûrê te, tevî jina te û du kurên wê têm ba te.”
7Mûsa derket pêşwaziya xezûrê xwe, xwe tewand û ew ramûsa. Wan silav li hev kirin û li rewşa hev pirsî, paşê ketin konê. 8Mûsa her tiştê ku Bavê me ji bo Îsraêl bi Firewn û Misriyan kiribû, hemû tengasiyên ku di rê de hatibûn serê wan û çawa wî ew rizgar kiribûn, ji xezûrê xwe re got. 9Yîtro bi hemû qenciya ku Bavê me ji Îsraêl re kiribû şa bû, çimkî wî ew ji destê Misriyan rizgar kiribûn. 10Yîtro got: Bavê me pîroz be, yê ku hûn ji destê Misriyan û ji destê Firewn rizgar kirin, yê ku gel ji bin destê Misriyan rizgar kir. 11Niha ez dizanim ku Bavê me ji hemû îlahan mezintir e, çimkî wî ew di wê yekê de ku pê pozbilind bûn têk birin. 12Yîtroyê xezûrê Mûsa qurbaneke şewitandinê û qurbanên din ji Bavê me re anîn; Harûn û hemû rîspiyên Îsraêl hatin ku li ber Bavê me bi xezûrê Mûsa re nan bixwin.
13Roja din Mûsa rûnişt ku dadgeriya gel bike û gel ji sibe heta êvarê li dora wî sekinî. 14Gava xezûrê wî her tiştê ku wî ji bo gel dikir dît, got: “Ev çi ye ku tu bi gel dikî? Çima tu bi tenê rûdinî û her kes ji sibe heta êvarê li dora te disekine?”
15Mûsa ji xezûrê xwe re got: “Çimkî gel tê ba min ku li Bavê me bigere; 16gava doza wan hebe, ew tên ba min. Ez di navbera yekî û cîranê wî de dadgeriyê dikim û qanûn û rêbazên Bavê me ji wan re eşkere dikim.” 17Xezûrê Mûsa jê re got: “Ya ku tu dikî ne baş e. 18Hûnê, tu û ev gel jî, ji hal bikevin; ev kar ji bo te pir giran e, tu nikarî bi tena serê xwe bikî. 19Niha guh bide min: Ezê şîretan li te bikim, bila Bavê me bi te re be. Li hizûra wî li şûna gel bisekine û dozên wan bigihîne wî. 20Wan li ser qanûn û rêbazan hişyar bike û rêya ku divê tê de bimeşin û karê ku divê bikin nîşanî wan bide. 21Ji nav hemû gel mirovên jêhatî hilbijêre ku ji Bavê me ditirsin, rast in û ji qezenca neheq nefretê dikin; wan bike serhezar, sersed, serpêncî û serdeh. 22Bila ew her dem dadgeriya gel bikin; bila her meseleya mezin bînin ba te, lê her meseleya biçûk bi xwe biryar bidin. Bi vî awayî wê barê te sivik bibe, çimkî ewê wî bi te re hilgirin. 23Heke tu vê yekê bikî û Bavê me jî emir li te bike, tê bikaribî barê xwe rakî û wê ev gel jî bi aştî vegere cihê xwe.”
24Loma Mûsa guh da xezûrê xwe û her tiştê ku wî gotibû kir. 25Mûsa ji nav hemû Îsraêl mirovên jêhatî hilbijartin û ew li ser gel kirin serek: serhezar, sersed, serpêncî û serdeh. 26Wan her dem dadgeriya gel dikir; meseleyên dijwar dianîn ba Mûsa, lê meseleyên biçûk bi xwe çareser dikirin. 27Piştre Mûsa xezûrê xwe bi rê kir û ew vegeriya welatê xwe.