Nûkirina Sozê ji Îshaq re
Xela vedigere û Îshaq derewa bavê xwe ya li ser jina xwe dubare dike, û tê girtin. Gava Bavê me wî pîroz dike ew dewlemend dibe, û bîrên wî yek bi yek tên desteserkirin heta ku ew li cihê ku kes pê re şer nake bîran dikole. Paşê padîşahê ku hesûdiya wî kiribû tê û daxwaza peymanekê dike.
Bavê me di ayetan de dipeyive 2–5, 24
26 1Îcar li welêt xelayeke din çêbû, ji bilî xelaya berê ya ku di rojên Îbrahîm de qewimîbû. Loma Îshaq çû Gerarê, ba Avîmelekê padîşahê Filîstiyan.
2Bavê me xwe nîşanî wî da û got: “Berjêrî Misrê neçe; li welatê ku ezê ji te re bibêjim, bi cih bibe. 3Li vî welatî bimîne, ezê bi te re bim û te pîroz bikim. Çimkî ezê van hemû welatan bidim te û ziriyeta te, û ezê sonda ku min ji bavê te Îbrahîm re xwariye pêk bînim. 4Ezê ziriyeta te wekî stêrên ezmanan zêde bikim û van hemû welatan bidim ziriyeta te. Û wê hemû miletên dinyayê bi saya ziriyeta te bên pîrozkirin, 5çimkî Îbrahîm bi gotina dengê min kir û wezîfeyên min, emrên min, qanûnên min û rêbazên min pêk anîn.”
6Loma Îshaq li Gerarê bi cih bû. 7Mirovên wê derê li ser jina wî jê pirsî, wî jî bersiv da: “Ew xwişka min e”, çimkî ew ditirsiya ku bibêje: “Jina min e”, û difikirî: “Wê mirovên vir ji ber Rebeqayê min bikujin, çimkî ew xweşik e.” 8Gava Îshaq demeke dirêj li wir ma, Avîmelekê padîşahê Filîstiyan ji pencereyê li jêr nêrî û dît ku Îshaq Rebeqaya jina xwe hembêz dike. 9Loma Avîmelek gazî Îshaq kir û got: “Bi rastî ew jina te ye! Te çawa got: ‘Ew xwişka min e’?” Îshaq jê re got: “Çimkî min got, dibe ku ez ji ber wê bimirim.”
10Avîmelek got: “Te ev çi bi me kir? Hema hindik mabû ku yekî ji gel bi hêsanî bi jina te re razê û bi vê yekê te sûc bianiya ser me.” 11Avîmelek li hemû gel emir kir û got: “Her kesê ku dest bide vî zilamî an jina wî, wê bê guman bê kuştin.”
12Îshaq li wî welatî tov çand û wê salê sed qat berhemê hilda, çimkî Bavê me ew pîroz kir. 13Zilam dewlemend bû û her ku diçû zêdetir dewlemend dibû, heta ku gelek dewlemend bû. 14Pez û dewarên wî û gelek xulam û xadimên wî hebûn; loma Filîstî ji wî hesûd bûn. 15Filîstiyan hemû bîrên ku xulamên bavê wî di rojên bavê wî Îbrahîm de kolabûn, bi axê dagirtibûn. 16Avîmelek ji Îshaq re got: “Ji ba me here, çimkî tu ji me gelek bihêztir bûyî.”
17Loma Îshaq ji wir rabû; wî li Geliyê Gerarê kon vedan û li wir bi cih bû. 18Îshaq bîrên avê yên ku di rojên bavê xwe Îbrahîm de hatibûn kolandin û Filîstiyan piştî mirina Îbrahîm girtibûn, ji nû ve kolan; wî bi navên ku bavê wî li wan kiribûn, nav li wan kirin. 19Lê gava xulamên Îshaq di geliyê de kolan û li wir bîreke bi ava kaniyê ya teze dîtin, 20Şivanên Gerarê bi şivanên Îshaq re devjenî kir û got: “Av a me ye.” Wî navê bîrê Esek danî, çimkî wan bi wî re devjenî kir. a a v20 Wateya navê Esek “devjenî” ye. 21Piştre wan bîreke din kola, li ser wê jî devjenî kir; loma wî navê wê Sîtna danî. b b v21 Wateya navê Sîtna “dijberî” ye. 22Ji wir rabû û wî bîreke din kola. Wan li ser wê devjenî nekir, loma wî navê wê Rehovot danî û got: “Niha Bavê me ji me re cih vekir; emê li welêt berdar bibin.” c c v22 Wateya navê Rehovot “cih” an “cihên fireh” e.
23Ji wir hilkişiya Beêr-Şevayê.
24Wê şevê Bavê me xwe nîşanî wî da û got: “Ez Xwedayê bavê te Îbrahîm im. Netirse, çimkî ez bi te re me. Ji bo xatirê xulamê xwe Îbrahîm ezê te pîroz bikim û ziriyeta te zêde bikim.”
25Wî li wir gorîgehek çêkir, gazî navê Bavê me kir û konê xwe veda. Xulamên Îshaq jî li wir bîrek kola.
26Avîmelek bi Ahûzzatê şêwirmendê xwe û Pîxolê fermandarê artêşa xwe re ji Gerarê hat ba wî. 27Îshaq ji wan re got: “Hûn çima hatine ba min? We ji min nefret kir û we ez ji nav xwe derxistim.”
28Wan got: “Me bi eşkereyî dît ku Xwedê bi te re bûye. Loma me got: ‘Bila di navbera me de, di navbera te û me de sondek hebe û em bi te re peymanekê çêkin, 29ku tu xerabiyê bi me nekî, çawa ku me dest neda te, me ji qenciyê pê ve tiştek bi te nekir û me tu bi aştî bi rê kirî. Niha Xwedê tu pîroz kiriyî.’”
30Loma Îshaq ji wan re ziyafetek çêkir; wan xwar û vexwar. 31Roja din serê sibê zû rabûn û wan ji hev re sond xwar. Îshaq ew bi rê kirin û ew bi aştî ji ba wî çûn. 32Wê rojê xulamên Îshaq hatin, ji wî re behsa bîra ku wan kolaye kir û got: “Me av dît!” 33Loma wî navê wê Şîva danî; ji ber vê yekê navê bajêr heta îro Beêr-Şeva ye. d d v33 Wateya Şiva “sond” e; wateya Beêr-Şeva “bîra sondê” ye.
34Gava Esaw çil salî bû, wî Yehûdîta keça Beêriyê Hîtîtî û Basemata keça Elonê Hîtîtî ji xwe re anîn. 35Û ew ji Îshaq û Rebeqayê re bûn sedema kul û kederê.