Çiqas Qenc e ku Em Pesnê Bistrên
Bavê me hejmara stêran dijmêre û gazî her yekê bi navê wê dike, û her weha dilşikestiyan dipêçe; ew berfê û zîpikan dişîne, paşê peyva ku wan dihelîne. Tiştê ku wî dilşa dike ne hêza hespê ne jî hêza mirov e, lê kesên ku hêviya xwe bi hezkirina wî ve girê didin.
147 1Halelûya! Çiqas qenc e ku em ji Bavê me re stranên pesnê bistrên; çiqas xweş û layîq e ku em pesnê wî bidin.
2Bavê me Orşelîmê ava dike; Îsraêliyên belavbûyî dicivîne. 3Ew dilşikestiyan qenc dike û birînên wan dipêçe. 4Ew hejmara stêran dijmêre; bi navê her yekê gazî wan dike. 5Bavê me yê Serwer mezin e û di hêzê de karîndar e; têgihîştina wî bêsînor e. 6Bavê me nefsbiçûkan bilind dike; xeraban davêje erdê.
7Bi spasdariyê ji Bavê me re stranan bistrên; bi lîrê ji wî re lêxin. 8Ew ezmanan bi ewran dinixumîne; baranê dişîne erdê; li ser giran giya şîn dike. 9Ew xwarina heywanan dide wan, û ya çêlikên qijikan jî gava ew diqîrin. 10Dilşahiya wî ne di hêza hespê de ye, ne jî kêfa wî di lingên mirov de ye. 11Dilê Bavê me bi wan şa dibe ku ji wî ditirsin, bi wan ên ku hêviya xwe bi dilovaniya peymana wî ve girê didin.
12Ya Orşelîm, pesnê Bavê me bide! Ya Siyon, pesnê Bavê xwe bide! 13Çimkî ew şivên deriyên te xurt dike; zarokên te yên di nav dîwarên te de pîroz dike. 14Ew aştiyê tîne sînorên te; te bi genimê herî baş têr dike. 15Ew emrê xwe dişîne erdê; peyva wî bi lez direve. 16Ew berfê wek hiriyê dide; qirawê wek xweliyê belav dike. 17Ew zîpikên xwe wek hûrikan davêje xwarê; li ber sermaya wî kî dikare bisekine? 18Ew peyva xwe dişîne û qeşayê dihelîne; bayê xwe dihejîne, û av diherikin. 19Ew peyva xwe ji Aqûb re eşkere dike, qanûn û hukmên xwe jî ji Îsraêl re. 20Wî ev yek ji tu miletekî din re nekiriye; ew hukmên wî nizanin. Halelûya!